Pirsa tecrîtê ji rayedaran kirin: Gelo em çima xwe ceza dikin? 2017-11-28 09:22:44 STENBOL - Ji xwendekaran bigirin heya kardêran, ji kedkaran bigirin heya mamosteyan, hemû kes rast rast dixwazin tecrît bi dawî bibe û hat got ku bi tecrîtê re aborî paş ket, ger tecrît rabe, dê aborî xurt bibe û polîtîka pêş bikeve.  Bertekên ji beşên cûda yên civakê yên li dijî tecrîta Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê didominin.  Xwendekar , kardêr, kedkar û mamostyên li Stenbolê, diyar kirin ku ji bo pêşeroja welat, divê demildest tecrît bê bi dawî kirin û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe.      'GER OCALAN AZAD BIBI, DÊ AKADEMÎ JÎ AZAD BIBE'   Xwendekara refa çaremin a Beşa Felsefeyê ya Zanîngeha Bogazîçî Cemre Cemrî, diyar kir ku ger tecrîta li Ocalan ku vîna bi mîlyonan kes temsil dike bi dawî bibe, dê şerê li welat jî bi dawî bibe û wiha axivî: “Ji ber OHAL û şerê heyî li zanîngehan qadên azad hatine sînordarkirin. Ger tecrîta li ser Ocalan bi dawî bibe û azad bibe, dê ramên wî yên da qada akademik de jî jiyanî bibe. Akademiya azad bi ramên Ocalan ve girê dayiye û ger Ocalan azad bibe dê aştî jî pêk were. Wateya aştî û azadiyê tê wateya azadiya akademîk.”     'DÊ ÊDÎ JI BO ŞER BUDÇE CIHÊ NEKIN '   Kardêrê ticareta berhemên daristanan dike Şenol Ozbek jî, anî ziman ku rêya bi dawî anîna krîza aboriyê ya li welat, bi dawî anîna tecrîtê re derbas dibe û wiha axivî: “Rewşa aboriya Tirkiyeyê li holê ye. Hemû hilberînên tên bi dest xistin ji bo şer vediqetînin. Çi gava ku tecrît bi dawî bû û Ocalan azad bû, wê demê dê pêwîs neke ku ji bo şer bûdçe cihê nekın.”   'BI TECRÎTÊ RE ABORÎ KÊM BÛ'   Ozbek, da zanîn ku ger ramanên Ocalan ên derbarê aboriyê de jiyanî bikin, dê aborî xurt bibe û wiha bi dawî kir: “Ji berk u bi tecrîtê re aborî kêm bû. Ger tecrî bi dawî bibe dê aborî û polîtîka pêş bikevin. Divê em sûdê ji ramên Ocalan bigirin. Di vê mijarê de, em bi tecrîtê çima xwe ceza dikin?”    'BILA BUDÇEYA ŞER JI EMEKDARAN CIHÊ BIKIN'   Emekdar Asli Yantaş a 46 salî jî, anî ziman ku bi tecrîtê re hemû çepên demokratîk hatin hedefgirin û wiha axivî: “Bi tecrîtê re konsepta şer ket dewrê. Budçeya divê niha ji bo emekdaran cihê bikin, ji şer redizîn in. Bila şer bi dawî be, budçeya ji şer re diçe bila bidin emekdaran. Ev çavkanî bila ji bo mezin bûna welat bê bikar anîn.”    'BI LEZGÎNÎ PÊDIVIYA ME BI AŞTIYÊ HEYE   Mamoste Demet Suluhan jî, di axaftina xwe de wiha got: “Ez dixwazim demildest tecrîta li ser hemû girtiyên siyasî bi dawî bibe. Desthilatdariyê pêvajoya çareseriyê bi dawî anî. Heya ku tecrît bi dawî nebe, aştî ne pêkane. Îro pêdiviya me hemûyan bi aştiyê heye.”