Fermandarên DYA’yî tên Enqere yê 2019-09-10 12:32:14   ENQERE - Şandeya leşkerî ya DYA’yê, ji bo nîqaşên “Herêma ewlehiyê” tên Enqere. yê.   Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastina Mîlî, Alîkarê Fermandarê Hêzên Awropa DYA’yê Korgeneral Stephen Twîtty û Alîkarê Fermandarê Hêzên Navenda DYA’yê Thomas Bergeson îro tên Enqere yê.   Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku şandeya leşkerî ya DYA’yê ya dibin serokatiya Twîtty û Bergeson  de bê Tirkiyeyê, wê Biryargeha Serokatiya Serfermandariya Giştî ya di çarçoveya Herêma Ewlehiyê de li Sûriyeyê bê avakirin, ziyaet bike.     Di çarçoveya mutabakata “Herêma Ewlehiyê” ya hat kirin de, yekem car dewriya hevpar di 8’ê Îlonê de, bi tevlîbûna leşkerên Tirkiyeyê, DYA û endamên Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî hat avêtin.    Wezara Parastina Mîlî di heman rojê de, di daxuyaniya da de, diyar kiribû ku dewriya hevpar a DYA û Tirkiyeyê wê di rojên pêşde dewam bike.