Destûr nedan rojnameger beşdarî danişîna doza TV10'ê bibin 2019-09-10 12:31:44   STENBOL - 3'emîn danişîna doza xebatkarên TV10 ya bi KHK'ê hat girtin Kemal Demîr û Kemal Karagoz yên serbest tên darizandin dest pê kir. Polîsan destûr nedan ku rojnameger û endamên IPI û CPJ beşdarî danişînê bibin.    3'emîn danişîna doza xebatkarên TV10 ya bi KHK'ê hat girtin Kemal Demîr û Kemal Karagoz yên serbest tên darizandin, li 28'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pê kir. Di danişinê de xebatkarên TV10 ya bi KHK'ê hat girtin Kemal Demîr û Kemal Karagoz û parêzerên xwe amade bûn. Dema danişina dozê dest pê kir, polîsan destûr nedan ku rojnameger û endamên IPI û CPJ beşdarî danişînê bibin. Piştî tesbîta nasnameyan ewil Mustafa Karakaş parastin kir. Heyetê piştî li îfadya rojnamegeran guhdar kir, xwest ku Şukru Yildiz jî bê guhdarkirin. Heyetê daxwaza astengiya dervê sînor a rojnamegeran red kir û doz taloqî 14'ê mijdarê kir.