Walîtiyê tenê pereyê ‘camên şikestî’ da malbatê 2017-11-28 09:21:52 COLEMÊRG – Xaniyê malbata Balikesîr ê li taxa Karşiyaka ya Colemêrgê rûdinên ji ber teqemeniyên nêzî xanî hatin teqandin bû sedema xesarê. Malbatê ji bo xesarê serî li Walîtiya Colemêrgê da. Walîtiyê tenê heqê camên şikestine 400 lîreyî da malbatê.  Li Colemêrgê teqemeniyên li nav taxan tên îmhakirin xesarê didin xaniyên xelkê. Li taxa Karşiyaka ya Colemêrgê teqemeniyên hatin teqandin bû sedema xesara xaniyê malbata Bedel Balikesîr. Teqandin du caran pêk hat û ji ber xanî xesar dît malbata Balikesîr neçar ma ku mala xwe biterîkinin. Ji bo xesara wan bê dîtin malbatê serî li Walîtiya Colemêrgê da. Walîtiyê tenê 400 lîre heqê camên hatine şikestin da malbatê.     WALÎTIYÊ JI BO XESARÊ 400 LÎRE DA    Bedel Balikesîr destnîşan kir ku li gel ku gelek caran serî li rayedaran daye ku xaniyê wî bê çêkirin lê tu encamê nesitendiye û got: “Tevî ku xanî nayê bikaranîn jî walîtiyê tenê ji bo camên şikestin 400 lîre da me. Cara ewil di 25’ê cotmeha 2016’an de polîsan li ber mala min teqemenî îmha kir. div ê teqînê de hemû camên xaniyên min şikestin. Ji ber vê yekê min serî li rayedaran da. Lê min tu encam negirt. Carek din jî li heman cihî teqemenî teqandin. Vê carê qata duyemîn rastî xesarek mezin hat û derzên mezin di dîwaran de çêbûn.”    BANGA PIŞTEVANIYÊ    Balikesîr bi bîr xist ku kurê wî Îslam Balikesîr ê derhêner jî di dema qedexe li navçeya Cizîra Şirnexê de di jêrzemîna avahiyê de jiyana xwe ji dest daye û wiha axivî: “Ez teqewît bûme. Lê kurê min Îslam li Cizîrê jiyana xwe ji dest da. Kurê min din 9 sal bû di girtîgehê de bû nû derket. Piştî teqendina sala 2016’an me xwe komî ser hev kir. Lê cara duyemîn piştî mala me xesarek mezin dît me biryar da ku em ji malê derbikevin. Niha em neçar mane ku li mala kurê xwe bicih bibin.”   Balikesîr diyar kir ku rewşa wan a aborî ne başe û ji bo tamîrkirina mala xwe banga piştevaniyê kir.