Malbat beriya danişîna doza facîaya trênê meşiyan 2019-09-10 11:58:55 TEKÎRDAG – Danişîna doza facîaya trênê ya li navçeya Çorlu ya Tekîrdagê pêk hat û 25 kesan jiyana xwe ji dest dan û 328 kes birîndar bûn bi ragişiyê dest pê kir. Beriya danişîna dozê dest pê bike, malbatan pankarta "Em edaletê dixwazin" vekirin û li pişt pankartê meşiyan. Danişinê bi rageşiyê dest pê kir.    Li Navçeya Çorlu ya Tekîrdagê di 8'ê Tirmeha 2018'an de facîaya trênê pêk hatibû. Di qezayê de 25 kesan ji yana xwe ji dest dabûn û 328 kes jî birîndar bûbûn. Danişîna yekemîn a doza qezaya trînê ya Çorlu li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Tekîrdagê hatibû dîtin. Lê ji ber salon biçûk bû bûyer zêde bû, danişîna dozê taloq kiribûn. Piştre Navenda Perwerdehiya Gel a Çorlu ya 600 kesî kirin salona danişînê. Danişîna dozê îro bi rageşî li salonê dest pê kir. Beriya danişîna dozê bê dîtin, malbatên ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, pankarta "Em Edaletê dixwazin" vekirin û li pişt pankartê meşiyan. Malbat li Parka Santralê ya Çorlu kom bûn û heta salona danişînê ya Navenda Perwerdehiya Gel meşiyan. Beriya danişînê rayedaran xwestin li nasnameyan binerin û derbasî salonê bikin û ji ber vê yekê di navbera malbat û rayedaran de rageşî derket. Piştî malbat û parêzeran bertek nişanî kontrola nasnameyan dan, rayedaran dest ji kontrola nasnameyan berdan.    Pişti parêzer û malbat derbasî salonê bûn û li salonê cihê xwe girtin danişîna dozê dest pê kir.