Dozger xwest nivîskar Fîkret Başkaya bê cezakirin 2019-09-10 11:48:52   ENQERE – Di danişîna doza nivîskar Fîkret Başkaya ku ji ber nivîsek xwe bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandin dozger jê re ceza xwest.    Nivîskar Prof. Dr. Fîkret Başkaya bi boneya di sala 2016’an de li ser malpera înternetê ya Ozgur Universîte nivîsa bi sernavê “Terora esil terora dewletê ye” nivîsand lê doz hatibû vekirin. Danişîna doza Başkaya li 21’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Başkaya li gel parêzerên xwe yek jê ku Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Levetn Kanat beşdarî danişînê bûn.    Nivîskar Îsmaîl Beşîklçî, nivîskar Temel Demîrer, Parlamenterê CHP’ê yê Enqereyê Murat Emîr, rêveberên Yekîtiya Odeya Bijîşkan û endamên Platofmra Azadiya Ramanê ya Enqereyê doz şopandin.    Piştî tespîta nasnameyê danişîn dest pê kir. Başkaya û parêzerê xwe Levetn Kanat diyar kirin ku ji bo berfirehkirina teqîbatê daxwaza wan nîne.    Dozger derbarê esasiye de mutala xwe eşkere kir û îdia kir ku Başkaya propaganda PKK’ê kiriye.    Başkaya û parêzeran li dijî mutalaya hat pêşkêşkirin dem xwestin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê parêzer Ozturk Turkdogan diyar kir ku ew ê di danişînek din de di warê dijbûna destûra bingehîne parastinê bikin û xwest vê yekê derbasî girtekê bikin.    Dadgehê danişînek din taloqî 22’ê mijdarê kir.