Di doza JÎTEM'a ya Qoserê de Nurettîn hem dijî hem najî! 2019-09-10 11:15:24 ENQERE - Bersûcên ji doza JÎTEM'ê ya Qoserê ku ji kuştina 22 kesan dihatin darizandin duh beraet kirin. Di doza ku hemû bersûcan beraet kir de li dadgehê 2 salan niqaşa Nurettin Yalçinkaya dijî û najî hatin kirin. Vê yekê çîroka nivîskar Azîz Nesîn “Yaşar ne dijî û ne najî" anî aqilan.    Di 9'ê Îlonê de 18'emîn danişîna doza JÎTEM'ê ya Qoserê ya têkildarî înfaza 22 kesên di navbera salên 1992-1996'an de di serdema Serheng Hasan Atîllla Ugur, de hatin kuştin û di dozê de Fermandarê Cendirmeyan a Amedê Serheng Eşref Hatipoglu, Fermandarê Boluka Komando Ahmet Boncuk,  Serçawîş Unal Alkan û cerdevanên gund Abdurrahman Kurga, Mehmet Emîn Kurga, Ramazan Çetîn, Mehmet Salîh Kilinçaslan û Îsmet Kandemir tên darizandin li 5’emîn Dadeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Heyetê hemû bersûc beraet kirin. Di navbera salên 1992-1996’an de li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê, esker û cerdevanan 22 welatiyên sivîl kuştibûn. Derbarê van kuştinan de doz hatibû vekirin. Piştre îfadeya xizmên windayan hatin girtin û lêpirsîn hat firehkirin. Di lêpirsînê de li Gundê Boxetar ê Qoserê di bîra avê de hestî derketin. Dîsa li Gundê Tilzêrîn hestiyên mirovan derketin. Di encama testa DNA de derket holê ku hestî aydî Nurettîn û Necat Yalçinkaya yên birayê hev in. Du bira di bin çavan de hatibûn windakirin. Dîsa derket holê ku hestî aydi Zubeyir Bîrlîk, Zekî Alabalik, Abdurrahman Coşkun, Mehmet Emin Abak in. Wê demê bi îdîaya PKK'ê kiriye ser dosyayê girtin. Piştî di 23'ê Gulanê û 10-11'ê Hezîrana 2013'an de hestiyê Abak ji bîra avê derket kuştina Mahmut Abak a ji aliye JÎTEM'ê ve xurttir bû.  Derket holê ku hin hestî aydî xizmên Mahmut Abak Mehmet Emin Abak in. Hestiyên Abdulvehap Yîgît, Suleyman Unal, Mehmet Nurî Yîgît, Tacettîn Yîgît, Zubeyir Bîrlîk, Abdulbaki Bîrlîk, Kemal Bîrlîk, Zekî Alabalık, Menduh Demîr, Nurettin Yalçınkaya, Necat (Şemsettin) Yalçinkaya, Mehmet Emin Abak, Hidir Ozturk, Abdulvahap Ateş, Mahmut Abak, Yusuf Tunç, Şeyhmus Kaban, Îzzettin Yîgît, Yusuf Çakar, Abdurrahman Ozturk, Mehmet Alî Yîgît û Abdulbakî Yîgît di dîrokên cuda û li cihê cuda hatin dîtin.    Ji van navan li gel Necat Yalçınkaya Nurettin Yalçinkaya di sala 1995'an de ji aliyê kesên ku cilên eskerî li xwe kiribûm hatin revandin. Di sala 2008'an de li Gundê Boxetar ê Qoserê hestiyê wan di bîrekê de hatin dîtin. Hestiyê Necat Yalçınkaya ji heman birê hat derxistin. Piştî di sala 2013'an de Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê testa DNA kir, hestî dan malbata Yalçınkaya. Malbata Yançinkaya hestî li Stenbolê defin kirin.    Li gel ku hat tespîtkirin Nûrettîn Yalçinkaya jiyana xwe ji dest daye jî dozger rapora Yalçinkaya ya mirinê li dosyayê zêde nekir û wekî ku Yalçinkaya jiyana xwe ji dest dedaye hat nîşandan. Di qeydên nifûsê de wekî dijî xuya dibe. Dozgeriyê doza berdana hevjîna Nurettin Yalçinkaya ya sala 2011'an li dosyayê zêde kir û wekî ku Nûrettîn Yalçinkaya dijî nîşan da. Dozgeriyê li gel minaka testa DNA û definkirina hestiyan jî îdîa kir ku Yalçınkaya dijî.      Di danişîna 11'emîn a di 14'ê Îlona 2017'an de, derket holê ku parêzeran rapora testa DNA ku li mînaka NDA ya Nurettin Yalçinkaya li hev tê û di sala 2010'an de pêşkêşî dadgehê kirine. Piştî vê yekê 2 salan dozgeran parast ku Nûrettîn Yançinkaya dijî û parêzeran jî bi belgeyan dani holê ku hestiyê wî defin kirine. Piştî niqaşên 2 salan û beraeta bersûcan çîroka Nivîskar Aziz Nesin a “Yaşar hem dijî û hem najî" hat aqilan.    Dema danişina 12’an hat dîtin, dadgehê xwest nivîsê ji Fermandariya Cendirmeyan a Qoserê re bişîne û der barê Nûnetîn Yalçinkaya yê Saziya Tipa Edlî (ATK) desta DNA kiribû û test li mînakên Nûretîn Yalçinkaya derketibû û piştre li Goristana Sutluce ya Beyoglu  ya Stenbolê hatibû definkirin lêkolîn bike.      Heyetê xwet ji bo Nurettin Yalçinkaya yê di nava dosyayê de cih digire bi rêya SEGBÎS'ê îfade bide fermanê j ACM ya Nobedar a Çaglayanê re bişîne. Lê heta dozê berdewam kir Yalçinkaya bi SEGBÎS'ê tev li dozê nehat girin. Heyetê îfadeya Hevjîna Yalçınkaya Zeynep Guven (Yalçınkaya) bi fermanê girt. Îfadeya Hevjîn Yalçınkaya li salona dadgehê hat xwendin lê ew bi xwe tev li danişînê nebû. Zeynep Guven, di îfadeya xwe de gotibû "Agahiya min ji minina Nurettin Yalçınkaya tune ji ber vê yekê min doza berdanê vekir. Lê Nurettin Yalçınkaya tev li tu danişînan nebû. Di danişîna 17'emîn a 28'ê Gulanê de dozger di mutalaaya xwe de got 'Ji ber mirina Yalçinkaya ne teqez e biryardayîn ne rast e. Cihê biryarê tune ye."  Parêzeran jî xwestibû ku eger hêj bawer dikin Yalçinkaya dijî gora Yançinkaya bê vekirin û testa NDA ji nûve bê kirin.