Bermayiyên mîna Xerabreşkê li Girê Kêçlê jî hatin dîtin 2019-09-10 11:11:01 RIHA – Li Girê Kêçlê 250 cihên dişibin Xerabreşkê hatin tespîtkirin. Li Girê Kêçlê erdkolîn hat destpêkirin. Prof. Dr. Necmî Karul got di navbera kevirên Xerabreşkê û Girê Kêçlê girêdanek heye.    Li cîhanê mabeda bîrdariya herî kevnare Xerabreşkê ye. Li Girê Kêçlê jî 250 cihên bi şeklê “T” ku dişibin Xerabreşkê û dîroka wan dirêjî 11 hezar û 500 sal berê dibin hatin dîtin. Liv ê cihê nû yê Girê Kêçlê xebatên erdkoliyê hat destpêkirin. Di lêkolîna sala 1997’an de erdkolan yekem cer bi ser re erdkol pêk anîbûn û rastî dîroka vir hatibûn.    Bi destûra Miduriyeta Giştî ya Heyînên Çandî û Muzeyan a girêdayî Wezareta Çand û Turîzmê di bin serokatiya Prof. Dr. Necmî Karul de di 1’ê îlonê de erdkolîn hat destpêkirin.    DIRÊJÎ 11 HEZAR Û 500 SAL BERÊ DIBE    Karul diyar kir ku wan îsal ji bo mehekê xebat plan kirine û komek ji 40 kesan pêk tê li ser vê deverê dixebitin. Karul got ewil ji bo ew ptansiyela arkeoloji tespît bikin xebat dane destpêkirin û got: “Li gorî tespîta me em ê stratejiya xebata xwe ya sala pêş diyar bikin. Xebata vir wê dirêj biajo. Bermayiyê arkolojîk ên li vir dişibin yên Xerabreşkê. Li gorî erdkolîniya em dikin dîroka vir me digîhîne 11 hezar û 500 sal berê.”    NÎŞANEYA TEŞEYÊ BAWERÎ Û JIYANÊ YE    Karul da zanîn ku ew dikarin bêjin Girê Kêçlê û Xerabreşkê xwedî heman taybetmendiyê ne û tenê ne cihek dişibe hev ew dikarin gelek mînakên li Rihayê ji bo şibandinê bînin ber hev. Karul anî ziman ku ev deverên dîrokî nîşaneya şêweya bawerî û jiyanê ye.    DÊ 15-20 LI SERÊ BIXEBITIN    Karul diyar kir ku hin beş ji vî cihê tespît kirine hatiye rûxandin û bi qasî ew difikirin dê xebatek erdkolînê ya nêzî 15-20 salan li Girê Kêçlê dewam bike.    MA / Muhammed Abdulkadîr Esen