Ji nivîskar Fikret Başkaya re ceza xwestin 2019-09-10 11:03:59   ENQERE - Ji bo Nivîskar Fikret Başkaya yê bi hinceta nivîsekê ku nivîsandibû doz derbarê wî de hatibû vekirin û di doza bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” a hat dîtin de cezayê girtîgehê jê re hat xwestin.    Nivîskar Fîkret Başkaya, di sala 2016’an de, li ser sîteya înternetê ya Zanîngeha Azad nivîsa “Terora Rastîn Terora Dewletê ye” nivîsandibû. Doza ku derbarê vê nivîsa Başkaya hat vekirin, li 21’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin. Zivîskar Başkaya yê ne girtî tê darizandin, parêzerên wî, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Levent Kanat beşdarî danişînê bûn.    Nivîskar Îsmaîl Beşikçi, nivîskar Temel Demîrer, Parlementerê CHP’ê yê Enqerê Mûrat Emîr, endamên Platforma Azadiya Roman a Enqerê û rêveberên Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) bi armanca piştgiriyê danişîna Başkaya şopandin.   Piştî danasîna nasnameyê Başkaya û parêzerê wî Levent Kanat parastin kirin û gotin: “Wan daxwaz nekiriye ku lêpirsîn bê berfirehtirkirin.”   Dûre dozger mutalaaya xwe aşkere kir. Dozger di mutalaaya da de, diyar kir ku Başkaya bi nivîsa nivîsandî, têkoşîna li dijî PKK’ê weke “Terora dewletê” bi nav kiriye û pesna çalakiyên PKK’ê daye û bi vê îdîaya xwest Başkaya bê cezakirin.     Başkaya û parêzerê wî, ji bo li dijî mutalaayê parastin bikin dem xwestin. Şandeya dadgehê piştî navberek kurt danişîn talûqî 22’yê Mijdarê kir.