Li Wanê 17 endamên KCD û HDP’ê hatin binçavkirin 2019-09-10 10:25:23 WAN – Li navenda Wanê û li 8 navçeyên di serdegirtina malan de 17 endamên KCD’ê û HDP’ê hatin binçavkirin.    Polîsan serê sibehê li navenda Wanê û 8 navçeyên wê bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de bi piranî endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û HDP’ê 17 kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.    Navên ên hatin binçavkirin wiha ne: Nesîbe Akdag, Fîkret Dogan, Mehmet Saît Karabiyik, Fatîh Şahîn, Hasan Guven, Abdullah Keleş, Vahyettîn Uca, Ertugrul Korkmaz, Esra Babur, Şefîk Ummaz, Dîlan Yildiz, Bahattîn Yavuz, Seyît Kiliç, Hevserokê HDP’a Qelqeliyê Burhan Atmaca, Tahsîn Aktî, Veysî Aktî, Muhsîn Aladag.”