‘Me berxwedan ji Şêx Saît û Seyît Riza dewir girt' 2019-09-10 10:14:27 AMED - Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Bismilê Refaî Baran yê tev li Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûm bû, diyar kir ku sînorê zulmê tune û wiha got: “Me mîrateya berxwedanê ji Şêx Seît û Seyît Riza girt."    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di 19'ê tebaxê de hevşaredarên HDP'ê yên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywirê girtin û li şûna wan qeyûm tayîn kir. Piştî tayînkirina qeyûman Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk Gelan (HDP) biryara "Çalakiyên bê navber" stendin. Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê 23 rojin li Amed, Wan û Mêrdînê berdewam dikin. Yek ji çalakgerên Nobeta Demokrasiyê  Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Bismilê Refaî Baran e. Baran tev li Nobeta Demokrasiyê bû û li dijî tayînkirina qeyûman bertekên xwe anîn ziman. Hevserokê HDPê û Mele Baran diyar kir ku sînorê zulmê tune û wiha got: “Me mîrateya berxwedanê ji Şêx Seît û Seyît Riza girt. Di sûretê Nîsa yê qur anê de zilmê qebûl nake û mafê mazluman diparêze. Pêxemberê me mazlum bû. Li dijî zilmê serî netewand. Me ji wî pêxemberî bawer kir. Di olê islamê de cihê zulmê tune ye. Polîtîkayên qeyûm teqez wê têk biçin. Me  mîrateya têkoşîna xwe ji Şêx Seit û Seyit Riza girtiye. Em serî natewînin bila ji zulmkaran re bibe derd."