Li Manîsa cûda, li Mûşê cûda 2017-11-28 09:19:16 MÛŞ - Bi heman îdîayê derbarê 9 kesên di heman wêneyê de cih girtin, 8 jê li Mûşê, yek jî li Manîsayê doz hat vekirin. Kesê li Manîsa beraat kir û 8 kesên li Mûşê jî 50 sal cezayê girtîgehê li wan hat birîn.    Li Mûş û Manîsayê du dadgehên cûda derbarê kesên bi heman sûcdariyê dihatin darizandin de, du biryarên cûda dan. Ev yek bi mirovan “Li Manîsayê hiqûq cûda ye, li Mûşê cûda ye” dide gotin. Derbarê 9 kesên di xebatên sektorên înşaetê yên Herêma Federal Kurdistanê de dixebitîn, bi hinceta wêneyekê ku di Newroza sala 2013’an de bi PKK’iyekê re kişandin û di medyaya civakî de parvekirin, doz hat kirin. Dozgerê Mûşê bi îdîaya “Endamê rêxistinê ne” derbarê Atîk Şahîn, Çetîn Gungor, Murat Yay, Omer Demîr, Şakîr Çelîkel, Şahîn Gungor, Eşref Topçu û Nasir Bozkurt, dozgerê Manîsa jî bi heman îdîayê derbarê Tahsîn Çelîkel ê li Manîsayê rûdiniş de, lêpirsîn da dest pêkirin û ew lêbirsîn veguherî dozê.   DADGEAH MANÎSAYÊ: BERAET DA   Tahsîn Çelîkel ê di 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Manîsayê de hat darizandin û beraet kir. Di hinceta biryara beraetê ya dadgehê de ev tişt hatin gotin: “Her çiqasê ji bo ji endamtiya rêxistina terorê ya bi çek were ceza kirin doza cemawerî hatibe kirin jî, bersûc sûcek wiha nekiriye, têkildarî sûc tu delîlên şênber, bi bawer û raste rast hate kirin, bidest nexistine. Ji ber vê yekê dadgeha me biryara beraetê da.”   DADGEHA MÛŞÊ: 50 SAL CEZA DA    Kesên ku di heman wêneyê de cih girtin Atîk Şahîn, Çetîn Gungor, Murat Yay, Omer Demîr, Şakir Çelîkel, Şahîn Gungor, Eşref Topçu û Nasir Bozkurt ku di 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê de hatin darizinadin, bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne” ji her yek ji wan re 6 sal û 3 meh cazayê girtîrgehê hat dayîn. Parêzer dê biryarê îtîraz bikin û dosayayê bişîn in Dadgeha Îstînaf a Herêmî ya  Erziromê.    MA / Mujdat Can