Egîtîm Sen: Pergala 4+4+4 îflas kir 2019-09-10 09:15:34 EDENE – Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Edeneyê Îrfan Dogan, bilêv kir li Edeneyê li 12'ê Lîseyên Anadolûyê perwedehiya dumendî heye û got, ev biryar tê wateya îflaskirina pergala perwerdehiya 4+4+4. Duh serdema perwerdehî û hînkariyê ya 2019-2020'an a bi zimanê tirkî dest pê kir. Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Edeneyê Îrfan Dogan, serdema nû ya perwerdehî û hînkariyê nirxand.    'PERGALA PERWERDEhiyê ÎFLAS KIR'    Dogan, bilêv kir ku wekî her salê îsal jî serdema perwerdehî û hînkariyê bi pirsgirêkan dest pê kir. Dogan, diyar kir ku ji ber polîtîkayên AKP'ê perwerdehî veguheriye tiştekî bazirganiyê. Dogan, anî ziman ku wan bi mufredateke nû dest bi perwerdehiyê kirine  û got, hejmara dersên pozîtîf kêm bûye. Dogan, destnîşan kir ku armanca Wezareta Perwerdehiya Netewî, ew e ku hemû disbistan bi yek rengî perwerdehiyê bidin. Dogan, ji bo vê rewşê got, ev tê wateya îflaskirina pergala perwerdehiyê. Dogan, got: "Li Edeneyê 17 Lîseyên Anadolûyê, dest bi perwerdehiya dumendî kirin. Ev biryar tê wateya îflaskirina pergala perwerdehiya 4+4+4."   Dogan, destnîşan kir ku ji ber pergala perwerdehiyê îflas kiriye sed ji sedî xwendekar berê xwe didin dibistanên taybet û derket holê ku pergala nû pêk nayê. Dogan, anî ziman ku her diçe kesîdekirina di perwerdehiyê de jî zêde dibe û hejmara dibstanên îmam xetîbê 16 ji sedî zêde bûne.    Dogan, anî ziman ku bi metirsiya ku dê zarok nebin xwedî kar malbat zarokên xwe naşînin îmam xetîban û got: "Îmam xetîb bûn baxçeyê paş ên îktîdarê. Xebatên ji bo gihandina ciwanên îtaatkar, ciwanên ku nefikirin û lêpirsîn nekin didomin." Dogan, xwest perwerdehiyeke zanyariyî, pwerdehiyeke bi zaimanê dayikê û laîk pêk bê.    MA / Hamdullah Kesen