ROJEVA 09'Ê ÎLONA 2019'AN 2019-09-09 09:00:03 * Siyasetmedar û Aktivista TJK-E Besime Konca diyar kir ku wê di 21-22'ê Gulanê de ji bo demokratîkbûna Tirkiye û makeqanûna demokratîk niqaş pêş bixin û wiha got: "Em dikarin çawa Tirkiye demokratîk bikin. Em dikarin çawa hemû pirsgirêkên heyî çareser bikin emê vê yekê niqaş bikin û dînin hemberî dewletê. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û tevgera azadiya Kurd bi salan e diyar dike ku ji bo çareseriyê amade ye. Lê dewlet ji çareseriyê re ne amade ye."  * Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç da zanîn ku baweriya wan bi reforma darazê ya AKP’ê nayê û di warê civakî û siyasetê de pêdivî bi peymanek civakî heye.    * Şêniyên gundên Pasûrê ji bo sotemeniya zivistanê û xwedîkirina sewalan çilo dibirin û kom dikin. Gundiyan got bêyî ew zirarê bidin xwezaya daran dibirin.    * Girtî Şêxdavut Başkan 57 roj in li dijî netedawîkirina xwe di greva birçîbûnê de ye. Başkan got heke dermankirina wî neyê destpêkirin dê dest bi rojiya mirinê bike.    * Girtiyên li Girtîgeha Hîlwanê ragihandin ku ji ber qûtkirina avê pirsgirêka paqijiyê bi xwe re aniye. Malbatên girtiyan jî gotin ji ber awayek kêfî roja wan hevdîtinê hatiye guhertin û malbat tengezariyan dijîn.    * Li Dersimê aşê dîrokî yê avê ku 300 salî ye xistin meriyetê û genimê bêgubre dihêre. Aşvan Fethî Asma got: “Armanca me ew e ku em li dîroka xwe vegerin û hilberîna xwezayî belav bikin.”   * Li Amedê malbetekê bi kêrê êrîşî Zelîha Barîn kir. Polîsan Barîn binçav kir. Barîn îdia kir ku polîsan tundiya fizîkî li ser wê pêk anîne û li emniyetê sîxûriyê lê ferz kirine.    * Li Mêrdînê piştî tayînkirina qeyûm, hin AKP’yî çûn Enqereyê. Hat gotin di nava AKP’iyan de tayînkirina qeyûm aciziyê daye destpêkirin.    * Şêniyên li gundên herêma Omeriyan ku gundên têketin û derketina gundê wan hat qedexekirin gotin: “Em li vir bimirin kes tiştekî nake. Tîmên taybet xwestin em pesnê wan bidin.”     * Dê li Amed, Mêrdîn û Wanê HDP'yî û welatî li dijî tayînkirina qeyûman çalakiya Nobeta Demokrasiyê di roja 22'emîn de berdewam bikin.    * Danişîna Doza JÎTEM'ê ya Qoserê dê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna ewil a doza parêzer Muzeyyen Boylu ya ji aliyê hevjînê xwe Mesut Issi ve hat kuştin dê li Dadgeha Amedê bê dîtin.    * 3 heyetên cuda yên di bin serokatiya parlamenterên HDP'Ê Mîthat Sancar, Mahmut Togrul û Dîlan Dîrayet Taşdemîr de dê di çarçoveya "Pakêta Darazê, Îtîfaqa Demokrasiyê û Destûra Bingehîn a Demokratîk" de rêxistinên civakî yên sivîl ziyaret bikin. (11.00-15.00)   * Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 1'an a Amedê dê têkildarî destpêkirina serdema perwerdehiyê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Şaxên Egîtîm Senê yên Hejmara 1'an û 2'an ên Amedê bi daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê li Kolana Hunerê ya Ofîsa Amedê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (16.00)