Pentagon: Wê tevkariya me ya bi YPG’ê re berdewam bike 2017-11-27 22:27:31   NAVENDA NÛÇEYAN –Di daxuyaniya ku ji aliyê Pentagonê ve hat dayîn de wiha hat gotin: “Em ê tevkariya xwe ya bi QSD’ê ya ku YPG jî di nav de ye berdewam bikin.”  Di daxuyaniya ku ji aliyê Pentagonê ve hat dayîn de wiha hat gotin: “Em ê tevkariya xwe ya bi QSD’ê ya ku YPG jî di nav de ye berdewam bikin. Wek ku me berê ji Tirkiyeyê re jî gotibû, çekên ku me dan hêzên sûriyeyî di çarçoveyeke sînordarkirî ya peywirê de ye, heta di warê leşkerî de bigihêjin hedefê. Biryarên der barê hevparên me yên kurd de, desteka leşkerî di ber çavan re tê derbaskirin.”