Eskerên Tirk û DYA li 'Herêma Ewle' Bi hevre dest gerê kirin 2019-09-08 10:53:48     NAVENDA NÛÇEYAN – Eskerên Tirk û DYA li 'Herêma Ewle' ya di mutabakata hevpar de li ser sînorê Tirkiye û Bakurê Rojhilatê Sûriyeye ava kirin, bi hevre dest bi girê kirin.    Tirkiye û DYA bi hevre ji bo 'ewlehiyê' mutabakat îmze kirin û di encama mutabakatê de biryar dan ku li ser sînor "herêma ewle" ava bikin. Piştî mutabakatê eskerên TSK û ABD bi hevre li ser sînorê "Herêma Ewle" dest bi gerê kirin. Karwana ku eskerên Tirk û DYA bigerîne ji navçeya Akçakale ya Rihayê dest bi gerê kir. Di karwanê de maşîneyên zirxî û ambulans jî hene.