Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan hat berdan 2017-11-27 17:13:28 AMED – Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan a ku girtî dihat darizandin hat berdan.  Danişîna 2'yemîn a doza aktîvîsta Tevegera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku di çarçoveya operasyonên li dijî HDP, TJA, DTK, DBP û HDK'ê pêk hatin de hatibû girtin li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Amedê hat dîtin. Gokkan bi îdiaya “Rêvebera rêxistinê ye” dihat darizandin. Di danişînê de Gokkan û parêzerên wê amade bûn. Gul Kiziltaş a ku ji heman dosyeyê dihat darizandin û celseya berê hat berdan beşdarî dozê nebû.    Piştî xwendina dengên qeydê, têkildarî KCD’ê raporên tespît û nirxandinên nû li dosyeyê zêde kirin. Dozger diyar kir ku tu guhertin di mutalaaya wî de nîne û xwest Gokkan girtî bê darizandin.    Gokkan bi riya wergerê parastina xwe bi kurdî kir û diyar kir ku ew beyanên xwe yên berê dubare dike, sûcên li ser xwe qebûl nekir û berdana xwe daxwaz kir. Piştî Gokkan parêzerên wê jî parastin kirin û daxwaza berdana muwekîla xwe kirin.    Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir û Gokkan bi şertê kontrola adlî û qedexeya derketina derveyî welat tahliye kir.    Dadgehê doz taloqî 18’ê nîsana 2018’an kir.