Li Omeriyan şer: Midurê Şaxa POH'ê jiyana xwe ji dest da 2019-09-07 14:28:35   MÊRDÎN - Di operasyona leşkerî ku li bejahiya herêma Omeriyan a Mêrdînê hat destpêkirin de Midurê Şaxa Tevgera Taybeta a Polisan (POH) Tûfan Kansûva jiyana xwe ji dest da.    Di operasyona leşkerî ku li bejahiya herêma Omeriyan a Mêrdînê saetên serê sibehê hat destpêkirin de şer derket. Tê gotin ku di şer de komên tevgerên taybet  û cerdevan jî di nav de gelek kes birîndar bûne û birîndaran saetên serê sibehê bi 3 helîkopteran anîneNexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Hat hînbûn yek ji birîndaran Midurê Şaxa Tevgera Taybeta a Polisan (POH) a Mêrdînê Tûfan Kansûva ye. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve hat dayîn li gel hemû mudaxaleyan jî Kansûva nehatiye rizgarkirin û jiyana xwe ji dest daye û cerdevanekî jî birîndar e.