Di serdegirtina malan de 91 kes hatin binçavkirin 2017-11-27 16:42:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Polisan li Kocaelî, Riha, Agirî, Colemêrg, Edene, Antalya û Hatayê bi ser gelke malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de rêveberên HDP û DBP'ê jî di navde 91 kes binçav kirin.    Yekîneyen polisan serê sibê li gelek navendan bi ser malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de endam û rêveberên HDP û DBP'ê jî di navde 91 kes binçav kirin.    KOCAELΠ   Polîsan li Kocaelî Endamê meclîsa HDP'ê Hüseyin Goze, Hevserokê HDP'a  Dilovasi Kadir Demîr û Hevserokê HDP'ê yê berê yê Kocaelî Ayten Yilmaz binçav kirin. 3 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Kocaeliyê.  Der barê 3 kesan de heta 24 saetan biryara veşartina naveroka dosyaye dan.    8 KES LI RIHA HATIN BINÇAVKIRIN   Li navçeyên Pirsûs, Serêkaniyê, Wêranşar û navenda Rihayê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan 7 kes binçavkirin û birin Şaxa TEM'ê ya Rihayê. Kesên hatin binçavkirin wiha ne: Osman Ay, Mizgin Dagtekîn, Hevserokê DBP'a Wêranşarê Hoşnav Ata û Huseyîn Ogaç, Endamê Meclîsa DBP'ê Salih Sagiş. Endamê Meclîsa Şaredariya Wêranşarê Servet Kiliç hatin binçavkirin.    LI AGIRÎ Û COLEMÊRGÊ 23 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Li navçeya Giyadîn a Agiriyê jî polîs û leşkeran li gund û navçeyê bi ser gelek malan de girtin û 16 kes binçavkirin. 16 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polisan a Agiriyê. Kesên hatin binçavkirin wiha ne: Ebubekir Aladag, Tahîr Aslan, M.Hanifî Zorbay Mehmet Kaya, Nimet Guzey. Li Colemêrgê jî 3 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Çelê jî polîsan bi ser gelek navnîşanan de girt. Polîsan Hevseroka DBP'e ya Çelê Garibe Çetin, Murat Çetin, Ramazan Çetinkaya û Ahmet Erdem binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta polîsan a Çelê.    LI ÇUKUROVA 57 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Li Edene, Hatay û Antalya jî di nava 4 rojan de 57 kes hatin binçavkirin. Li Edeneyê di 4 rojên dawî de 39 kes hatin binçavkirin. Li Hatayê 10 kes, li Antalyayê jî 3 kes hatin binçavkirin. Li taxên Şafak û Guneşê 8 kes hatin binçavkirin. 8 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta polîsan a Antalyayê.