Qeyûm li otela 400 kesan di şevekê de Hezar û 271 kes kirin mêvan! 2019-09-07 09:52:05   MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Mêrdînê û Valî Mustafa Yaman di serdema xwe ya berê de li otela kapasîteya wê 400  kesan de di şevekê de hezar û 271 kes kirin mêvan.    Derket holê ku Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yê berê Mustafa Yaman ku cara duyemîn wekî Qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, di serdema berê de li otela Erdoba Elegance ya ku herî zêde dikare 440 kesan bike mêvan, tenê di şevekê de hezar û 271 kes lê kirine mêvan. Ji bo her kesekî jî 2 faturayên cuda birî ye. Lê di faturayê de kî kirine mêvan nenivîsî.    DI YEK FATÛRAYÊ DE 721 KES HEYE   Otelê di fatûreya hêjmar 721366'an a ji şaredariyê re birî ye de di 16'ê Cotmeha 2018'an de ji bo 721 kesan birî ye. Ji bo her kesekî jî 157,41 TL heqê odeyê masraf birî ye. Dîsa ji bo xwarina porsiyona wê 63,56 TL, bi hiştî 936 porsiyon xwarin daye. Di vê fatûreyê de heqê KDV jî dinavde 192 hezar û 770.75 TL pere hatiye xerçkirin.    Di heman dîrokê de di fatûraya hêjmar 721367'an de jî li heman otelê 550 kes kirine mêvan. Ji bo her yekî 157,41 TL heqê otelê û ji bo xwarina her kesekî ji 63,56 TL bi giştî heqê xwarina 850 kesan hatiye dayîn. Di fatûrayê de bi giştî tevî KDV  157 hezar û 252.2 TL pere hatiye razandin. Di 2 fatûrayan de di rojekê de hezar û 271 kes bûne mêvan û şaredariyê bi giştî 350 hezar TL pere li ser hesabê wan razandiye.    220 ODE XUYA DIKIN   Li ser malpera otelê ya înternetê 220 ode tên xuyakirin. Di malpera înternetê de diyar nake ku kapasîteya otelê çend kes in. Rayedarên otelê diyar kirin ku kapasîteya wê ya bi şevê 440 kes in. Beşa bazarê ya otelê jî diyar kir ku kapasîteya otelê 400 kes in.    Hevşaredarê HDP'î yê Mêrdînê Ahmet Turk, aşkere kiribû ku qeyûm fatûre pir zêde nîşan daye û di serdema qeyûm de li nanpêşxaneyeka ku 15 maseyên wê hene xwarin daye 4 hezar û 240 kesan.    MA / Ahmet Kanbal