Hevşaredarên Licê hatin berdan 2019-09-06 20:19:10   AMED - Hevşaredarên Licê jî di nav de 7 kesên dema li navçeya Rezanê tayînkirina qeyûman şermezar dikirin hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li emniyetê hatin berdan.    Li Bûlwara Tûrgût Ozal a navçeyaa Rezan a Amedê, gava tayînkirina qeyûman dihat şermezarkirin polîsan kesên bûn xelek û rê li çûnhatinê girtin binçav kiribûn. Di nav kesên hatibûn binçavkirin de Hevşaredarên şaredariay Licê Tarik Mercan û rûken Yilmaz, endamên Meclîsa Şaredariay Bajarê Mezin a Amedê Sevîm Çoşkûn, Şehrîban Zûgûrlî jî hebûn.   Piştî îfadeya li emniyetê 7 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan.