Platforma Kedê: Wê pêdiviya we jî bi hiqûq û demokrasiyê çê bibe 2019-09-06 20:00:27   AMED - Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê Dogan Hatûn, dest nîşan kir ku ew van pêkanînên bêhiqûqî şermezar dikin û got: “Divê demildest dev ji van pêkanînan berdin û rê li ber avakirina hiqûqê bê vekirin. Herî zêde wê pêdiviya kesên van pêkanînên bêhiqûqî dikin bi hiqûq û demokrasiyê çê bibe."    Şaxa SES a Amedê û Şaxa Jimare 1 a Egîtîm Sen a Amedê, ji bo tayînkirina qeyûman ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî tayînî şaredariya bajarê mezin a Amed, Wan û Mêrdînê hatibûn kirin, şermezar bikin li avahiyên xwe pankarta li ser "dest nedin vîna me" nivîsandî daliqandibûn. Lê belê duh êvarî polîsan avêtibû ser avahiyên her du sendîkayan û pankart rakiribûn.    Platforma Ked û Demokrasiyê, ji bo van pêkanînan şermezar bike daxuyaniyek da. Daxuyanî li Kuçeya Hunerê ya Semta Ofîs a Yenîşehîr a Amedê hat dayîn. Endamên platformê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmeya “Heq, hiqûq, edalet”, “Wê qeyûm biçin, em ê bimînin” û “Em ji zextan natirsin" hat berzkirin. Berdevkê platformê Dogan Hatûn, diyar kir ku di demokrasiyê de xweîfadekirin û beşdarbûyîna ji bo rêveberiyan a gel hilbijartin in û got: “Li welêt, di sala 2016'an de darbeyek pêk hat û bi vê re jehrkujiya darbeyan demokrasî ji holê hat rakirin û welat bi awayekî kêfî hat birêvebirin. Ev yek jî di warê siyasî û aborî de bû sedema krîzan."    'DESTHILATDAR BI SER NEKETINE'    Dogan, bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got: "Ev yek, destpêka komarê anî bîra me, darbeya li ser vîna gel dest pê kir. Li hemberî van pêkanînên bêhiqûqî û antîdemokratîk gelê me bertek nîşan didin. Lê belê her çend desthilatdar vê bêhiqûqîtiyê wekî tiştekî rewa be nîşan bidin jî, tu carî bi ser neketine û kesî piştgiriya wan jî nekiriye."    ‘EM Ê BERPIRSYARTIYA XWE BI CIH BÎNIN’   Dogan, da zanîn ku ew rêxistinên Ked û Demokarsiyê yên Amedê nikarin li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdeng bisekinin û got: “Li gor mafên di peymanên navnetewî û qanûan bingehîn de, em ê berbirsiyariya xwe bi cih bînin û van pêkanînan teşhîr bikin û tim çalakiyên rewa li dar bixin."    'DEST JI VAN PÊKANÎNAN BERDIN'    Dogan, daxuyand ku ew rêxistinên ked û pîşeyî, ji bo xespkirina vîna gel şermezar bikin wan li avahiyên sendîkaya xwe pankarta li ser "dest nede vîna min" daliqandiye û got: “Pankarta me kesên vîna gel xesp kirine nerihet kiriye. Ji bo vê bi lez û bez biryar ji dozgeriyê anîn û pankartên li avahiyên me daliqandî anîn xwar. Em van pêkanînên bêhiqûqî şermezar dikin û em dibêjin hûn ê bi van pêkanînan nikaribin bi ser bikevin. Divê demildest dev ji van pêkanînan berdin û rê li ber avakirina hiqûqê bê vekirin. Herî zêde wê pêdiviya kesên van pêkanînên bêhiqîqî dikin bi hiqûq û demokrasiyê çê bibe."