Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê: Divê rayedar ji bo girtîgehan bikevin tevgerê 2019-09-06 17:14:09 AMED - Endama Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Oyku Çakmak di çalakiya bîranîna Tahîr Elçî de raporek derbarê Girtîgeha Jinan a Amedê de parve kir û got mafên jinan tên destserkirin û divê rayedar demildest bikevin tevgerê.  Baroya Amedê ji bo kujerên Tahir Elçî bên dîtin û dosyeya lêpirsînê bi bandor bê birêvebirin di hefteya 192'an li ber Dadgeha Amedê çalakiya xwe dewam kir. Endamên Komeleya Ji Bo Azadiyê ya Hiqûqnasan (OHD) û endamên Baroya Amedê tevlî çalakiyê bûn û pankarta "Em ê te ji bîr nekin" vekirin. Di çalakiya îro de rapora Komîsyona Şopandinê ya Girtîgehê û Navenda Sepandin û Şêwrê ya Mafên Jinan a Baroya Amedê ku derbarê binpêkirina mafên jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Amedê de amade kiribû bi raya giştî re parve kirin.   'EM Ê LÊGERÎNA HIQÛQÊ BIMEŞÎNIN'   Beriya rapor were eşkerekirin rêveberê Baroya Amedê parêzer Tevfîk Karahan destnîşan kir ku di ser qetilkirina serokê baroya wan Tahir Elçî de 192 hefte derbas bûne û wiha got: “Lê mixabin hêj faîlên Tahir Elçî nehatine dîtin. Bi riya we careke din em bang li Serdozgeriya Amedê dikin. Divê faîlên Tahir Elçî derxînin pêşberî darazê û bên cezakirin. Heta ku faîlên Tahir Elçî cezayê heq kirine negirin em ê lêgerîna xwe ya hiqûqî dewam bikin."    BANGA DANIŞÎNA BOYLÛ HAT KIRIN    Piştî Karahan, Endama Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Oyku Çakmak jî bal ser kuştina hempîşeya wan Muzeyyen Boylû û bang kir ku hemû saziyên sivîl ên civakî û hempişeyên wan ji bo kuştina jinan re bêjin "na" tevlî danişîna Boylû ya di 9’ê îlonê de bibin.    'PÊKANÎNÊN DERVEYÎ HIQÛQÊ PÊK TÊN'    Çakmak pişt re rapora derbarê Girtîgeha Jinan a Amedê amade kiribûn bi raya giştî re parve kir. Çakmak got wan di raporek lêkolîna têkildarî Girtîgeha Jinan a Amedê di navbera 24'ê Nîsanê û 29'ê Tebaxê de amade kiriye û got: "Me bi jinan re hevdîtin pêk aniye. Ev hevdîtin ji ber nameyên ji Baroya Amedê û nûçeyên di dezgeh û weşanan de derketine pêk hatiye. Di hevdîtinan ango ziyaretan de hat tespîtkirin ku jin mafê azadiya ramanê bêpar tên hiştin. Bi awayek kêfî mafên wan tên desteserkirin. Weşanan wek kovar, rojname û pirtûk nadin jinan. Ji ber van pêkanîna divê raya giştî were agahdarkirin. Pêwîste bi lezgînî derbarê wezîfedarên li girtîgehê binpêkirinan mafan pêk tînin de lêpirsîn were destpêkirin."    'DIVÊ RAYEDAR BIKEVIN TEVGERÊ'    Çakmak da zanîn ku Tirkiye peywîra xwe ya di derbarê cihêkariya jinan de pêk nayine û got: "Jin di girtîgehan de û piştî girtîgehan bi cihêkariya zayendî re rûbirû dimînin. Ji ber van sedeban divê di serî de Wezaretê Dadê, Wezareta Xizmetên Civakî û Xebat û Malbatê û rayêdarên girtîgehan bikevin nav tevgerê û li dijî van binpêkirinan tedbîran bigirin. Em banga hestiyariyê li wan dikin. Lazime derbarê van wezîfedaran de lêpirsîn bidin destpêkirin."