Velî Saçilik behsa îşkenceya polîsan kir 2019-09-06 15:26:53 ENQERE – Civaknas Velî Saçilik ê li Enqereyê di çalakiya li dijî qeyûman de îşkence lê hat kirin behsa hovîtiya polîsan kir û got ew ê giliyê polîsan bike.  Li Enqereyê di çalakiya li dijî tayînkirina qeyûman de polîsan êrîşî girseyê kiribû û polîsan îşkence li civaknas Velî Saçilik kir û wî binçav kiribûn. Saçilik daxuyanî da. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Ruştu Tiryakî û rêveberên HDP’ê û nûnerên KESK’ê beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘PIYÊN MIN KELEPÇE KIRIN’    Saçilik wiha behsa îşkenceya lê kirine kir: “Em 32 kes di çalakiya li dijî qeyûman de hatin binçavkirin. Hênceta binçavirina me dirûşmên li dijî qeyûm bû. Amirê Şaxa Ewlehiyê Mukadder Kardiyen me hedef nîşan da û em hatin binçavkirin. Piştî ferman da 3 polîsan xwe avêtin ser min û min avêtin erdê. Bi pehîna li min dan û serê min li erdê dan. Pê li çongê min û piyê min kirin. Tişta herî şerm û sosret jî ew bû ku lingên min kelepçe kirin. Piştî wê jî bi pehînan li min dan. Di laşe min de jî hêj şopa hovîtiya wan heye. Li ser fermana amirê polîsan îşkence li min û hevalên min kirin. Îşkenceyek tol hildanê dikirin. Ez ê derbarê amir û polîsan de giliyê sûc bikim. Lê bila polîs baş dizanibin ku em ê serê xwe li ber netewînin.”   ‘TIRKIYEYÊ BI KHK’IYAN BIRÊVE DIBIN’    Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî da zanîn ku pêkanînên li ser însanan tên kirin hiqûqa dijminahiyê ye û AKP Tirkiyeyê bi rejîma KHK’iyan birêve dibin.    TIRYAKÎ: HÛN NIKARIN BERXWEDANA WELÎ TÊK BIBIN    Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî jî anî ziman ku êrîşa li dijî Velî Saçilik pêk hatiye li dijî hemû aliyên li ber xwe didin pêk hatiye û got: “Lê hûnê nikaribin berxwedana Velî û gelê me têk bibin. Wê heta dawiyê li dijî qeyûman û zilma polîsan berxwedana me dewam bike.”