Şahiya vekirina Şaredariya Dêrikê hat qedexekirin 2019-09-06 15:08:08 MÊRDÎN – Walîtiya Mêrdînê şahiya vekirina avahiya nû ya Şaredariya Derikê bi hênceta biryara qedexekirina çalakî û xwepêşandanan de destûr neda.  Şaredariya HDP’yî ya Navçeya Derika Mêrdînê dê di 9’ê îlonê de avahiya xwe nû vebike. Şaredariyê dê bi armanca vekirinê konsera Mehmet Atli û pêşandana stand-upê li dar bixista. Qeymeqamiya Derikê ji bo şahiyê biryar ragihand şaredariyê. Qeymeqamiyê di çarçoveya Walîtiyê ku ji bo 30 rojan hemû çalakî û xwepêşandanan qedexe kiriye destûr neda şahiya şaredariyê. Qeymeqamiyê ji şaredariyê got şahî ango merasîm wan vekirinê guncav nehatiye dîtin.