Wezaret, walîtî û çapemenî wî kuştî ragihand, lê ew di binçavan de ye 2019-09-06 14:42:10 ÇEWLIG – Derket holê ku endamê HPG’ê Harun Başlik ê wezaretê, walîtiyê û çapemeniya alîgir wî kuştî ragihandin lê ew dijî û li Fermandariya Cendirmeyan a Çewligê tê ragirtin.  Wezareta Karê Navxweyî û Walîtiya Çewligê di 4’ê îlonê de daxuyanî dabûn û îdia kiribûn ku endamê HPG’ê Harûn Başlik di operasyonek li navçeya Kanîreşê de hatiye kuştin. Çapemeniya alîgir li ser daxwaza wezaretê û walîtiyê demildest nûçe serwîs kir û nûçeyên mirina Başlik dabûn. Çapemeniya alîgir Başlik wek “Berpirsê Hêza Qizilagacê ya Eyaleta Erziromê yê û ji lîsteya gewr bi xelata 300 lîreyî lêdigerina wî heye bêbandor kirine” da nîşandan û wek nûçeya lezgîn weşandin. Lê derket holê ku Harûn Başlik (30) jiyana xwe ji dest nedaye û bi saxî hatiye binçavkirin û li Fermandariya Cendirmeyan a Çewligê tê ragirtin.    MALBATÊ PÊ RE HEVDÎTIN KIRIN    Li ser daxuyaniyên hatin dayîn malbata Başlik çû Fermandariya Cendirmeyan û di encama hewldanên dirêj de demek kin bi kurê xwe re hevdîtin pêk anî. Malbatê da zanîn ku lawê wan bi zehmetî diaxive û ji hişê xwe çûye.