Huda Kaya bersiva Soylu da: Ji xeynî we kes xayîn tune ye 2019-09-06 14:21:05 MÊRDÎN – Parlamenter Huda Kaya di çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li Mêrdînê axivî û got: “Em vîna bi ser vîna gelê xwe re nas nakin.” Kaya ji bo Soylu re jî wiha got: “Xayîntiya herî mezin we li bawerî, welat, gel kir.”  Bertên li dijî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê didome. Nobeta Demokrasiyê ya HDP’ê li Mêrdînê li dijî qeyûm da destpêkirin di roja 19’emîn de dewam kir. Bi dehan welatî dîsa li Parka Karayollari li gel parlamenterên HDP’ê xwestin kom bibin. Polîsan destûr neda girse biçe nav parkê. Girse li ber parkê çalakî li dar xist.    Di çalakiyê de welatiyan bi berzkirina dirûşman qeyûm şermezar kir û stran gotin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya di çalakiyê de axivî.    ‘EM BI SER VÎAN GEL RE TU VÎNÊ NAS NAKIN’    Kaya da zanîn ku heta çalakiyên wan bigihîje serkeftinê dê têbikoşin û got: “Heta qeyûm û yên wan tayîn dikin bicihim biçin, gelê me azad bibe û welat nefesek bigire wêtêkoşîna me dewam bike.”    Kaya anî ziman ku tayînkirina qeyûman tenê tenê pêngavek polîtîk e û got: “Ev dizek in. Em ê ji dizekan re erê nekin. Emê serê xwe li ber dizekan netewînin. Em ê radestî dizekan nebin. Em tayînikrina karmendên dewletê qebûl nakin. Em bi ser vîna gelê xwe re tu vînê nas nakin.”    KAYA BERSIVA SOYLU DA    Kaya diyar kir ku li aliyekî li dijî polîtîkaya qeyûm a îktîdarê nerazîbûn û hêrs zêde dibe û li aliyê din jî îktîdar gefa tayînkirina qeyûman didomîne û bertekek tund nîşanî daxuyaniyên Suleyman Soylu da. Kaya got: “Soylu xwedî giravê Wezîrê Karê Navxweyî ye. We canê Tirkiyeyê êşand. We li Tirkiyeyê azadî tune kir. We însaniyetî, ehlaq û maneviyatê tune kir û pûç kir. Însan ji rûyê we ji dîn, xwedê û pirtûkan bû. We bi tundiyê û nefretê dîn kiriye dînê xwe. We bi tacîz û tecawizê dîn aniye asta rexnekirinê. We bi diziyê, xesp û tundiyê her cûre nebaşiyê aniye nav xelkê. Di dîroka Tirkiyeyê de xayîntiya herî mezin we li bawerî, welat, gel kir. Wê ev gel we ji bîr neke. We bi xayîntî, tundî û zilmê dîrokê derbas kir. Heta azadiyê em ê li ber xwe bidin.”    Piştî axaftina Huda Kaya girse 5 deqîqe rûnişt û dirûşm berz kirin û heta ber avahiya HDP’ê meşiyan û dawî li çalakiya îro anîn.