Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2019-09-06 13:03:00   STENBOL – Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan.    Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç ji bo roja duşemê biçin Îmraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Malbatên girtiyên din Omer Hayri Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî ku li Îmraliyê tên ragirtin jî bi rêya parêzeran serî li serdozgeriyê dan.