Girtî Kaya yê ji sedî 25 dilê wî dixebite: Bila cezayê min bê taloqkirin 2019-09-06 12:26:07 EDENE – Girtî Sabrî Kaya yê nexweşîna giran a dil pê re heye da zanîn ku her roja diçe rewşa wî nebaş dibe û dixwaze cezayê wî bê taloqkirin.    Girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê dilê wî ji sedî 25 dixebite û li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T a Osmaniyeyê tê ragirtin nameyek şand Şaxa Komeleya Mafên Mirova ya Edeneyê û qala rewşa xwe û binpêkirina mafan kir. Kaya yê di 2008’an de tê girtin 10 sal ceza lê tê birîn.    ‘REWŞA MIN NEBAŞ E, BILA CEZAYÊ MIN BÊ TALOQKIRIN’    Kaya got dozger û dadgerê wî dane girtin niha ji FETO tên girtin. Kaya da zanîn ku di sala 2010’an de ji ber strese qirîza dil derbas dike û 3 qapaxên dilê wî pûç bûne. Kaya anî ziman ku bijîşkan jê re gotiye ku “rîska mirinê bi te re heye û divê demildest emeliyat bibe” û roja dê emeliyat bibûya bi 10 hevalên xwe re sewqî Girtîgeha Tîfa F A Kirikkaleyê tê kirin û 2 meh li vir tê tecrîdkirin. Kaya got li gel ew çend caran emeliyat bûye jî rewşa baş nebûye û nexweşxaneyan rapora tenduristiyê ya rewşa wî nebaş dide nîşandan nedanê. Kaya got ew du caran di maşîneya rîngê de qirîza dil derbas kiriye û li gel nexweşîna dil gelek nexweşînên din jî hene. Kaya da zanîn ku rewşa wî qet nebaşe û ji ber pirsgirêkên wî yên nexweşînê didomin xwest cezayê lê hatiye birîn were taloqkirin.    MA / Hamdullah Keskîn