Leşkerek bi guman mir 2017-11-27 14:39:05     MUGLA - Li Qereqola Cendirmeyan a Selîmiye, hat îdîakirin ku leşker Omer Ozavcî dema bi hevalê xwe re henek dikir, guleya çeka hevalê wî li wî ketiye û jiyana xwe ji dest daye.     Li Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Selîmiye ya girêdayî Qereqola Cendirmeyên a navçeya Mîlas a Muglayê, hat îdîakirin ku leşker Omer Ozavci yê 20 salî, dema bi hevalê xwe Î.A. re henek dikir, di encama guleya çeka Î.A teqiya jiyana xwe ji dest da.     Hat diyar kirin ku di dema veguhestina nobetê de bûyer rû da. Ozavci yê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya sala 75’emîn a Mîlasê ligel hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da. Î.A. hat binçavkirin û piştî merasîmê dê  cenazeyê Ozavcî bişîn in bajarê ji dayîk bûyî Kocaeliyê.