Kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2019-09-06 09:55:24   ENQERE - Li Enqereyê 42 kesên ku ji ber şermezarkirina qeyûman hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê û hêzên demokrasiyê, duh tayînkirina qeyûman a ser 3 şaredariyên bajarên mezin ên HDP'ê şermezar kiribûn. Polisan bi awayekî tûnd mudaxaleyî vê şeremzarkirinê kiribû gelek kesan binçav kiribû. 42 kesên ku bi derbkirinê hatibûn binçavkirin, piştî bidawîbûna kirariyên wan ên Şaxa Ewlehiyê ya Oveçê hatin berdan.