Piştî pereyê 'Qada Hevpar' niha jî birîna ji sedî 35 2019-09-06 09:47:02 ŞIRNEX - Li Şirnexê, piştî ku di bin navê 'Qada Hevpar' de serê metreqareyê 170 TL ji kesên ku malên dema qedexeyê hatin hilweşandin, hate standin, niha jî dê ji sedî 35 metreqare ji avahiyan bê birîn.  Li Şirnexê, 6 hezar û 731 kargeh û avahiyên ku piştî qedeya derketina derve ya sala 2006'an li taxên ku hatin hilweşandin, ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê û Rêveberiya Avahiyên Komî (TOKÎ) ve lêkirina wan dest pê kir, li gel ku di ser lêkirina wan de 3 sal derbas bûne jî piraniya wan radestî xwediyên xwe nehatine kirin. Avahiyên ku rayedarên hikûmetê timik bi wan progandaya xwe dikin, her roj şertên nû ji bo wan tên diyarkirin.    Avahiyên ku bûne sedema mexdûrbûna bi hezaran malbatan, di pêvajoya Hilbijartina 31'ê Adarê de peşka wan hat kirin û 301 ji wan radestî xwediyên xwe hatin kirin. Herî dawî di meha tîrmehê de jî peşka 539 avahiyan hat kirin. Lê piştî peşkê ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ve di bin navê 'Qada Hevpar' de serê metreqareyê 170 TL ji xwediyên avahiyan bê standin. Ji ber ku welatiyan ev pereyê ku ji bo asansor, valahiya derenceyê, baxçe, valahiya bînayê û qatên jêrzemînê hat xwestin, qebûl nekirin, rayedar ketin nav nirxandineke din.    JI SEDÎ 35 BIRÎN   Li gel ku nediyariya têkildarî mijarê hê didome, ji bo hin taxên din pêkanîneke din kirin rojevê.  Li gorî vê pêkanînê; ji welatiyên ku li taxên Îsmetpaşa û Gazîpaşayê avahiyan bigirin, dê ji sedî 35 metreqare ji avahiyên wan bên birîn. Mînak; Welatiyeke ku bixwaze avahiyeke 100 metreqareyî bikire, dê ji sedî 35 metreqare ji avahiya wî bê birîn û avahiya dakeve 65 metreqareyî. Tê gotin ku ji ber hejmara avahiyan, li her du taxan serî li pêkanîneke bi vî rengî tê dayîn.    Piraniya welatiyên ku bertek nişanî vê rewşê didin, hê jî peymana ku ji bo kirîna avahiyan divê îmze bikin îmze nekirine.