Soro: Divê gefên AKP'ê yên ji bo operasyonê cidî bê girtin 2019-09-06 09:17:17 ENQERE - Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê KNK'ê Selahattîn Soro, ji bo Tirkiye ku li Sûriyeyê tengijiye got: "Li gor berjewendiyên Rûsya û Amerîkayê bûye dewleteke dûvelangî û tê beralîkirin."  Piştî şerê li Îdlibê dîsa gur bû, têkiliyên îtifaqên li herêmê û nexasim jî têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de tên nîqaşkirin. Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Selahttîn Soro, rewşa li Sûriyeyê û gefên Tirkiyeyê yên li hemberî Bakur rojhilatÊ Sûriyeyê nirxand.    Soro, bilêv kir ku ji destpêkê ve Tirkiye siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn li ser dijminatiya bi kurdan re ava kiriye û ji bo polîtîkaya Tirkiyeyê ya li rojhilata Navîn û polîtîkaya wê ya bi DYA-Rûsyayê re baş bê fam kirin, divê ev yek di ser polîtîkayên wê yên dijminatiya bi kurdan re bê nirxandin.    Soro, destnîşan kir ku berxwedana kurdan li Bakurê Sûriyeyê hegemonyaya Tirkiye û DAIŞ'ê ji holê rakiriye û got: "A rast Tirkiye bû Pakîstana Afxanîstanê. Yanî Tirkiyeya Sûriyeyê çi be, Pakîstana Afxanîstanê jî ew e. Ji gelek deverên cîhanê bi deh ehzaran terorîsy di ser Tirkiyeyê re çûn Sûriyeyê û çek girtin. Ji xwe raya cîhanê dît bê ev çek çawa bi tiran hatine zevtkirin. Em dizanin milîtan çawa sînor derbas kirine."    Soro, diyar kir ku îktîdara AKP'ê niha diyeta tiştên dike dike û got: "Çimkî DYA û Rûsyayê ew li ser sûc girtin. Belgeyên vê bi raya cîhanê re hatin parvekirin. Derket holê ku petrolên DAIŞ'ê di ser Girê Spî re çawa di Deriyê Sînor ê Xabûrê re anîn Tirkiyeyê. Yanî di têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê de nirxandineke wekî 'Tirkiye siyaset herêmî dike, di warê navnetewî de dîplomasiyê dike, polîtîkayê dike' şaş in. Ji ber li ser sûc hatine zevtkirin, li gor berjewendiyên Rûsya û Amerîkayê bûye dewleteke dûvelangî û tê beralîkirin."     CIVÎNÊN SOÇÎ Û ASTANAYÊ    Soro, ji bo civînên Soçî û Astanayê jî got: "Civînên ku Tirkiye hamîtiya terorê hilgirtiye ser xwe." Soro, got: "Rûsya, bi serketineke dîplomatîk civîn tomar kirin. Di civîna Soçiyê de gotin 'rahêlin komên xwe yên teror û bibin.' Tirkiyeyê jî, ji Rûsyayê doza wext kir. Îhale dabûn Tirkiyeyê. Gotibûn 'terorîstên xwe vekişînin.' Lê belê li qadê rewş li gor hesabê Tirkiyeyê çênebû. Çimkî unsûrên li wir 100 ji sedî ne di bin serweriya Tirkiyeyê de ne. Yanî Tirkiye bêçare ma."    ‘RÛSYA DOSYA DAN BER'    Soro, diyar kir ku mudaxileya rejîma Sûriyeyê ya ji bo Îdlibê jî got, "operasyona Rûsyayê" ye. Soro, got: "Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, nêzîkatiyên Tirkiyeyê yên ji bo 'herêma biewle' hatin pûçkirin. Rejîm tevî Îranê operasyon da destpêkirin. Li deverên noqteyên çavdêriyê yên 8, 9 û 10'emîn lê bûn pêş ve çûn. Êrîşî noqteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê kirin, li konwoya Tirkiyeyê dan û Erdogan mecbûr ma biçe Moskowayê. Erdogan, 4 rojan xwest bi telefonê bi Pûtîn re baixive lê pêk nehat. Yanî seremoniyên li Rûsuauê, ji bo xapandina raya giştî ye. Tê zanîn li pişt deriyan Rûsya dîsa dosyeyê Tirkiyeyê daye ber. Tê gotin, gef lê hatiye xwarin û gotine, 'eger hûn zorê bidin polîtîkayên Rûsyayê wê cîhan dosyeyên we bibîne.'"    GEFÊN JI BI OPERASYONÊ    Soro, diyar kir ku her çend îktîdara AKP'ê li Sûriyeyê tengijî be jî lê belê divê bi ciddiyet nêzî gefên wê yên ji bo operasyona leşkerî ya li hemberî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bin û got, fikra "koalîsyona AKP-MHP'ê tengijiye, loma nikare operasyonê bike" şaş e. Soro, got: "Ji bo kurd nebin xwedî statu potansiyeleke wan î ku her tiştî bikin heye. Divê pêkhateyên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê vê yekê baş bixwînin. Dewleteke ku ji bo bajarokeke biçûk bi dehan balafir şandin, nikare ji bo erdnîgariyeke ku 8 milyon nifûsê wê heye û 30 ji sedî yê Sûriyeyê di bins erweriya wê de ye daqurtîne. Loma divê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û pêkhateyên wê di pozîsyona parastinê de bin û rêxistinbûyîna xwe li gorî vê bikin û dîplomasiyeke pir baş bikin. A girîng jî ew e ku divê bi rejîma Sûriyeyê re hevkêşeyeke berfireh pêş ve bibin."    Her wiha Soro, bilêv kir ku Rûsya ji hebûna DYA'yê ya li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê nerihet e, lê belê ger DYA li herêmê destûra mudaxilekirinê bide wê tiştên pir mezin winda bike.    MA / Selman Guzelyuz