Berteka Çîftyurek a ji bo tayînkirina qeyûman: Ev çirav e 2019-09-06 09:16:54 AMED - Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek ku 19 roj in her roj tev li Nobeta Demokrasiyê ya li dijî qeyûman dibe, got: "Heta ku AKP, li dijî kurdan polîtîkayên xwe yên tolhildanê bidomîne wê hîn bêtir binav bibe."  Li Amedê çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 19'an de ye. Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek ku her roj tev li Nobeta Demokrasiyê dibe, polîtîkayên qeyûman nirxandin.    ‘GEL LI BER XWE DA'    Çîftyurek, tayînkirina qeyûman wekî "darbeya sivîl" nirxand û got, ev darbe jî li dijî nirxên gel e. Çîftyurek, bilêv kir ku biryardariya berxwedanê wekî roja berê didome û got, ji roja qeyûm hatiye tayînkirin heta niha gel li kuçeya ye û li ber xwe dide.   'PROVAKASYON E'    Çîftyurek, bilêv kir ku hikûmet ji vê berxwedana li Tirkiyeyê berbelav bûye ditirse û ji bo vî jî hewl dide HDP'ê krîmînalîze bike. Çîftyurek, destnîşan kir ku gel bi awayekî tund bertekê nîşanî qeyûman dide û ji bo rê li ber vê berxwedanê bê girtin hikûmet her tiştî dike. Çîftyurek, bal kişand ser malbatên ku bi îdiaya zarokên wan birine serê çiyê li ber avahiya HDP'ê ya Amedê dest bi çalakiya rûnitşinê kirine jî û got, ev provakasyon e. Çîftyurek, bilêv kir ku divê li ber van provakasyona lmirov bi xwînsarî tev bigere û got: "Hêstirên çavên dayikan; çi dayikên leşker û polîsan û çi jî dayikên gerîlayan, hevpar e. Lê tişta niha tê kirin provakasyon e."    'EV ÇIRAV E'   Çîftyurek, ji bo jinên ji Partiya Vatanê ku xwestin li ber avahiya HDP'ê daxuyaniyê bidin û got: "Ev provakasyon e. Dixwazim biçim avahiya HDP'ê lê lê kesên çalakiya rûniştinê li dar dixin li ber derî rûniştine. Ev jî provakasyon e. Çalakger heqaretê li HDP'iyan dikin." Çîftyurek, destnîşan kir ku gelê kurd di hilbijartina 31'ê Adarê û 23'yê Hezîranê de pewyira ketiye ser milê wî pêk aniye û got: "Ji bo demokrasiya Tirkiyeyê helwesteke xurt bû. Nexasim jî piştî Stenbol ji dest wan çû, helwesteke tolhildanê xistin dewrê. Ev çirav e. Heta ku AKP, li dijî kurdan polîtîkayên xwe yên tolê bidomîne wê hîn bêtir binav bibe."    'VÎNA GELÊ KURD NAYÊ NASKIRIN'    Çîftyurek, bang li partiyên kurd, Parlementoya Ewropayê û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê kir û got: "Gelê kurd li ser zemîneke pir rewa û mafdar e. Dest danîne ser vîna gelê kurd. Di çarçoveya qanûnên Komara Tirkiyeyê de HDP û siyaseta kurd tev li hilbijartina bûye. Lê belê ev vîn nasyê naskirin û qeyûm tên tayînkirin. Tu wijdan, tu aqil û mantiq vê yekê qebûl nake. Em bang li her çar perçeyan dikin. Çawa duh me ji bo Efrîn, Kerkûk û referandûma serxwebûn got 'şîn û şahiyên me yek in', îro jî li Amed, Mêrdîn û Wanê şîn û şahiya me yek e."    MA/ Mehmet Şah Oruç - Omer Akin