4 çalakgerên Yukselê hatin binçavkirin 2017-11-27 14:34:11   ENQERE - Çalakiya Kolana Yukselê di roja 384'an de berdewam kir. Polîsan dîsa êrîş kir û 4 çalakger binçav kirin.    Çalakiya kolana Yukselê ya ji bo piştevaniya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça û ji bo vegera kar hatibû destpêkirin didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 264'an de didome. Çalakiya piştevanên Gulmen û Ozakça ya ji bo li karê xwe vegerin jî di roja 384'an de didome. Di saeta doza Gulmen û Ozakça li Kampusa Girtîgeha Sincanê hat dîtin çalakgeran xwest li ber Abîdeya Mafên Mirovan a daxuyaniye bidin çapemeniyê. Polîsan destûr neda çalakiyê. Kom dîsa li kolana Konurê civîyan pankarta "Karê Nuriye û Semih bidin wan" vekirin. Çalakgerên ku pankart vekirin û dirûşme berz kirin rastî erîşa polîsan hatin. Polîsan çalakger Derviş Lermi, Îlker Işik, Gulnaz Bozkurt û Simge Aksan binçav kirin.    Di saetên serê sibê de jî komekê li pira jor a kolana Meşrutiyetê pankarta "Karê Nuriye û Semih bidin wan" vekirin.