Karkera findeqan a bizmar di piyê wê re çû jiyana xwe ji dest da 2019-09-06 08:13:33   ZONGULDAK - Karkera findeqan Aycan Kara ya bizmar di piyê wê re çû, piştî tedawiya 11 rojan jiyana xwe ji dest da.    Karkera findiqan a 18 salî ku li Alapli ya Zonguldakî findik kom dikirin, bizmar di piyê wê re çû û jiyana xwe ji dest da. Kara ku li gel malbata xwe karê demsalî dikir û ducanî bû, dema li nava baxçeyê findiqan, findiq kom dikirin bizmar di piyê wê re çû. Piştî tetanoz tev li laşê wê bû, 11 rojan li nexweşxaneyê derman bû, lê jiyana xwe ji dest da. Kara 2 meh ducanî bû.