Danişîna Mulkiye Bîrtane hat taloqkirin 2019-09-05 16:12:27 AMED - Endama Dîwana KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Qersê ya berê Mulkiye Birtane di danişîna xwe ya îro hat dîtin de tevî pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hebû jî, nehat berdan.   Di 26'ê Mijdara 2018'an de li Amed, Enqere û Îzmîrê polîsan bi ser gelek malan de girtibû. Endama Dîwana Kongreya Civa Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Qersê ya berê Mulkiye Birtane li mala xwe ya Amedê hatibû binçavkirin. Piştî ku Bîrtanê hat binçavkirin û şûnde birin Qersê û piştî ku îfadeya wê li Emniyeta Polîsan a Qersê hatibû girtin sewqî edliyê kiribûn. Bîrtanê ya îfade da dozger bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatibû girtin.    Bîrtanê ya ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Qersê tê girtin, di 24'ê Kanûna 2018'an de bê hincet sewqî Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Xarpêtê kirin.    Bîrtanê ku ji ber faaliyetên xwe yên KCD'ê tê darizandin dosyaya wê bi ya Qersê re kirin yek. Danişîna Bîrtanê îro li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bîrtanê bi SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. Parlamenterên HDP'ê Saliha Aydeniz, Îmam Taşçier, malbata Mulkiye, parêzerên Mulkiyeyê, Mehdi Ozdemir, Emel Sayin, Pîrozhan Karali beşdarî rûniştinê bûn.    Bîrtanê, di parastina xwe ya kir de wiha got:"Min berê jî parastina xwe kiribû. Ez heman parastinê dubare dikim. Ev dora 10 mehî ye ez girtî me. Pirsgirêkên min ên tenduristîyê zêde bûne. Ez dixwazim ev pirsgirêkên min ên tenduristî jî li ber çavan bê girtin û ez tehliyeya xwe dixwazim."   Parêzeran anîn ziman ku tiştekê ku li parastinê bê zêdekirin tune ye û piştî mutalaadê gotin ew ê parastina hûrgulî bikin.    Piştî parastinê danişîna Bîrtanê taloqî meha mijdarê hat kirin.