Polisan li Îzmîrê êrîşê Nobeta Demokrasiyê kir 2019-09-05 13:47:53 ÎZMÎR - Polisan, li Îzmîrê êrîşî Nobeta Demokrasiyê ku ji aliyê Rêxistina HDP'ê ya Bajar ve hat destpêkirin, kir û gelek kes binçav kir. Polisan bi pihînan li parlamenteran da.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, xwest li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan Nobeta Demokrasiyê bide destpêkirin, lê polisan êrîş bir ser HDP'iyan nobetê asteng kir. Polisan di êrîşê de parlamenter jî di nav gelek kesan derp kirin û bi pihînan li parlamenterên HDP'ê dan.    Polisan, rojnameger jî di nav de gelek binçav kirin.