YE: Tayînkirina qeyûman xesarek micid da demokrasiya herêmî 2019-09-05 12:54:20 ENQERE - YE'yê têkildarî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP'ê danezanek pêşkêşî Civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir.    Delegasyona Yekitiya Ewropayê (YE), têkildarî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, danezanek pêşkêşî hezar û 352'emîn Civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir. YE'yê di danezana xwe de gelek rxne li pêkanîn Tirkiyeyê kir û diyar kir ku tayînkirina waliyan a şûna Selçûk Mizrakli, Bedîa Ozgokçe Ertan û Ahmet Turk, ji bo ewlehiya encamên hilbijartina demokratîk a 31'ê Adarê, bûye çavkaniya gumaneke micid. Di berdewamê de destnîşan kiriye ku ji peywirgirtin, binçavkirin û tayînkirina qeyûman a şûna siyasetmedarên herêmî, di asta herêmî de nûnertiya hilbijêran ji holê rakiriye û xesareke micid daye demokrasiya herêmî.