Li Êlihê pirsgirêka avê çareser bû 2019-09-05 12:16:06 ÊLIH – DEDAŞ’ê li Êlihê li gel biryara dadgehê jî avê ji bajêr re berneda. Di navbera şaredariyê û DEDAŞ’ê li hevkirin pêk hat û pirsgirêka avê ya Êlihê çareser bû.    Şirketa Anonîm a Dîcleyê ya Ceryanê ji ber deynên qeyûm ê şaredariya Êlihê ceryana dînamoyên avê dide Êlihê birîbû. Bajêr du roj bêav mabû. Tevî hemû hevdîtinên şaredariyên ên li gel DEDAŞ’ê jî ceryan bernedan. Şaredariyê serî li dadgehê da û dadgehê biryara “sekinandina birêvebirinê” da. Li gel vê yekê dîsa DEDAŞ’ê ceryan berneda. Piştî vê yekê şaredariyê û DEDAŞ’ê li ser peymana dê mehê 3 milyon TL bê dayîn li hevkirin pêk hat. Bi vî awayî pirsgirêka qûtkirina avê çareser bû.    Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr got ji bo xelk neyê mexdûrkirin ew ê bixebitin û dê projeyên xwe bixin meriyetê.