Girtiyên jin rastî gefên midûrê girtîgehê hatin 2019-09-05 12:04:20   BÛRSA – Parêzerên OHD’ê diyar kirin ku li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Yenişehirê li hucreya 1 kesî 3 girtî tên girtin. Parêzeran anîn ziman ku girtî birine odeya midûrê girtîgehê û midûr li gef li wan xwariye.      Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) diyar kirin ku li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Yenişehirê girtiyên jin rastî gefan hatine û gelek maf tên binpêkirin. Parêzeran anîn ziman ku li hucreyên 1 kesî 3 girtî tên girtin û ev agahî dan: “3 girtiyên jin ên siyasî di hucreya yek kesî de tên girtin. Li hucreya 1 kesî ji ber doşek tune ji 3 kesan 2 kes li erdê radizên. Jinên girtî ji roja şandine girtîgehê heta niha rastî pêkanînên dijmirovî tên. Neheqiyên gardiyanan ên li dijî girtiyên jin her ku diçe zêde dibin. Dema me bi muwekîla me Kubra Filiz re di 4'ê Îlonê de hevdîtin kir, em bûn şahid ku jinek din a derketibû hevditina parêzeran rastî neheqiya gardiyan hat. "      Parêzeran diyar kirin ku dema bi muwekîla xwe Kubra Fîlîz re hevdîtin kirin, Fîliz, der barê tundî û neheqiya li wan tê kirin agahî dane. Parêzeran, pêkanînên li dijî Fîlîzê wiha bilêv kirin: "Roja danişîna Kubra Fîlîz hebû, wê rojê, roja wê ya telefonê bû. Ji ber danişîn dereng qediya xwest mafê xwe yê telefonê roja dîtin bikar bîne. Ji bo vê yekê daxwazname da îdareyê. Li ser vê yekê çend gardiyanên jin hat ew bir Midûriyeta girtîgehê. Midûrê Girtîgehê neheqî li Kubra Fîlîz kirin. Bi ser Kubra Filîz de çûn û xwestin li wê bidin. Kubra Filîz diyar kir ku her dem rastî gefan û neheqiyên keyfî tên. Anî ziman ku midûrê girtîgehê her dem gefan li wan dixwe. "