Li Edeneyê 2 jê zarok 7 kes hatin binçavkirin 2019-09-05 11:11:25   EDENE – Li Edeneyê di serdegirtina malan de 2 jê zarok 7 kes hatin binçavkirin.    Polîsan serê sibê li taxa Barbaros a navçeya Seyhana Edeneyê bi ser gelek malan de girtin. Lêgerîn li malan pêk hat. Piştî lêgerîna malan 2 jê zarok 7 kes bi îdiaya “dê êrîşa polîsan bikirina” hatin binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Edeneyê.