Beştaş: Bi fermanê hat girtin bi fermanê jî biryara berdanê dan 2019-09-05 10:44:32 AMED – Parêzer Mesût Beştaş diyar kir ku biryara berdana Selahattîn Demîrtaş ji ber ku dê di 18’ê îlonê de doza wî li DMME bê dîtin hatiye dayîn û got: “Çawa ku bi fermanê hat girtin bi fermanê jî biryara berdanê dan.”    Ji parêzerên Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Mesût Beştaş biryara berdana miwekîlê xwe nirxand. Beştaş anî ziman ku ji ber Demîrtaş 4 sal û 8 meh cezayê hepsê ji “porapaganda rêxistinê” lê hatiye birîn nehatiye berdan û Demîrtaş ji doza hat berdan 36 meh in di hepsê de ye. Beştaş got heke ev cezayê were hesibandin dê Demîrtaş bê berdan.    ‘FERMANA GIRTINÊ JÎ FERMANA BERDANÊ JÎ SIYASÎ YE’    Beştaş da zanîn ku ji bo ev ceza were hesibandin serlêdan kirine û got: “Divê demildest were berdan. Lazime dadgeh cezayê Demîrtaş bide hesibandin. Dê di 18’ê îlonê de Dadgeha Mafê Miorvan a Ewrûpayê ji bo doza Demîrtaş rûnê û biryar bide. Beriya vê dozê dadgeha Tirkiyeyê biryara berdanê da. Birêz Demîrtaş çawa ku li ser fermana rayedarên siyasî hat girtin wisa li ser fermana rayedarên siyasî jî biryara berdana wî hat dayîn. ”    MA / Aydin Atay