Di nav salekê de 800 hezar kesî ji AKP'ê îstifa kiriye 2019-09-05 10:40:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara endamên AKP'ê di nav salekê de 800 hezar kes kêm bûne. AKP'ê di 6'emîn kongreya xwe ya asayî de ku di tebaxa 2018'an de li dar xistibû de aşkera kiribû ku 10 milyon û 719 hezar û 234 kes endamên wê hene. Li gorî daneyên dawîn ên Tîrmeha 2019'an hejmara endamên AKP'ê di malpera Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind de  daketiye 9 milyon û 931 hezar û 103 kesan.    Ji ber krîza navxweyî ku her diçe kûrtir dibe, qutbûnan ji AKP'ê dest pê kiriye. Îstifakirina Wezîrê Berê yê Aboriyê û Alîkarê Berê yê Serokwezîr Alî Babacan û sewqkirina Lîjneya Displîna Navendî ya Serokwezîrê Berê Ahmet Davûtoglû û koma wî vê qutbûnê zêdetir kiriye.    Derket holê ku di nav salekê de 800 hezar kesî ji AKP'ê îstifa kirine.    AKP'ê di 6'emîn kongreya xwe ya asayî de ku di tebaxa 2018'an de li dar xistibû de aşkera kiribû ku 10 milyon û 719 hezar û 234 kes endamên wê hene   Piştî vê ragihandin salekê, li gorî daneyên dawîn ên Tîrmeha 2019'an hejmara endamên AKP'ê di malpera Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind de  daketiye 9 milyon û 931 hezar û 103 kesan.