Destê Velî Saçilik bi qayîşa wî hat kelemçekirin! 2019-09-04 21:46:31   ENQERE – Civaknas Velî Saçilik ku li Enqereyê di çalakiyên şermezarkirina qeyûman de hat binçavkirin, destê wî bi qayîşa wî hat kelemçekirin.    Polîsan li Qada Sakaryayê mudaxileyî çalakiya HDP'a Enqereyê kiribû û di mudaxilekirinê de 10 kes hatibûn binçavkirin. Civaknas Velî Saçilik ku bi KHK'ê hatibû îxrackirin jî di mudaxileyê de hatibû binçavkirin.    DESTÊ WÎ BI QAYÎŞA WÎ VE HAT KELEMÇEKIRIN    Saçilik ku di sala 2000'î de di operasyona li Girtîgeha Bûrdûrê de milekî wî jê bû, di dema binçavkirinê de bi awayekî dijwar hat derbkirin. Kincên li ser Saçilik hatin çirandin û destî wî bi qayîşa wî hat kelemçekirin. Saçilik, bilêv kir ku piştî hatine binçavkirin di hundirê wesayîta polîsan de gaza îsotan li ser wan reşandine û deriyê wesayîtê li ser wan hatiye girtin.    Saçilik û kesên pê re hatibûn binçavkirin piştî îfadeya ali emniyetê hatin berdan.