Piştî 46 rojan malbatê cenazeyê Yilmaz wergirt 2019-09-04 20:22:04   AMED - Piştî 46 rrojan malbatê cenazeyê Mucahît Yilmaz wergirt ku li navçeya Rezanê di avêtina ser malê de jiyana xwe ji dest dabû.    Piştî 46 rojan malbatê cenazeyê Mucahît Yilmaz wergirt ku di 21'ê Tîrmehê de li navçeya Rezan a Amedê di avêtina ser malê de polîsan ew kuştibû. Cenazeyê Yilmaz li morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê dihat sekinandin û hat hînbûn ku îro danê êvarî cenaze dane malbatê.   Malbat ji bo veşartina cenaze çû bajarê xwe Mêrdînê.