Parlamenterê DEP'ê Sancar li cihê lê hat kuştin bibîr anîn 2019-09-04 17:02:39   ÊLIH – Li Êlihê di 4'ê Îlona 1993’an de parlamenterê DEP'ê Mehmet Sincar, hatibû kuştin. HDP'ê di 26'emîn salvegera kuştina Sîncar de, li cihê ku Sîncar lê hatiye kuştin ew bibîr anîn.    Parlamenterê Partiya Demokrasiyê Mehmet Sîncar di 4'ê Îlona 1993'an de li Êlihê ji aliyê kesên nediyar ve rastî êrîşa çekdari hatibû û jiyana xwe ji dest dabû. Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ya Êlihê, parlamenterê DEP'ê Mehmet Sincar, li cihê lê hatibû kuştin bibîr anîn. Endam û rêveberên HDP'ê li Kolana Elma Sîncar bibîr anîn. Hevşaredara Awîskê Hatice Taş, Hevşaredara Kaniyahenê Gulistan Sonuk amade bûn.    Girseya ku li kolanê amade bûn, ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Di bernameyê de Wekilê Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Êlihê Gulcemal Erdînç, diyar kir ku Mehmet Sincar û Metin Ozdemîr û Habip Kiliç hatin kuştin. Em têkoşîna demokrasiyê ji cihê wan hiştiye didomînin. Di ser kuştina wan re 26 sal derbas bûn. Hêj kujerê wan nehatiye dîtin. Her çend bêjin "Faîlê wan nediyar e" em qatilê wan ê rastîn nas dikin.  Palîtikayên Qeyûmê ji sala 1990'an heta niha didome. Ew çi bikn bila bikin em ê hesabê hevalê xwe bipirsin. Emê têkoşîna demokrasiyê bidomînin."    Piştre cihê ku Sîncar lê hatiye kuştin bi qurnefilan bibîr anîn.