Li Kocaeliyê 3 HDP'î hatin binçavkirin 2017-11-27 13:04:22 KOCAELÎ - Di serdagirtinên li Kocaeliyê de endamê Meclisa Partiyê yê HDP'ê Huseyîn Goze jî di nav de 3 HDP'î hatin binçavkirin. Li Kocaeliyê di saetên serê sibehê de serdagiritnên malan pêk hatin, endamê Meclisa Partiyê (PM) yê HDP'ê Huseyîn Goze, Hevserokê HDP'a Dîlovsi Kadîr Demîr û Hevseroka HDP'a Kocaeliyê Ayten Yilmaz hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina endamên HDP'ê nehat zanîn. 3 kes li Miduryeta Polîsan a Kocaeliyê tên girtin.   Hat diyarkirin ku ji bo 3 kesan 24 saet dema binçavkirinê hatiye diyarkirin.