Pirsgirêka ava Êlihê hat çareserkirin 2019-09-04 16:08:45 ÊLIH – DEDAŞ’ê li Êlihê bi hênceta deynê Şaredariya Êlihê heye ceryat qût kiribû. Şaredariyê serî li dadgehê da û dadgehê biryara “sekinandina birêvebirinê” da û dê piştî vê biryarê carek din av bê berdan.    Şirketa Anonîm a Dîcleyê ya Ceryanê (DEDAŞ) li Êlihê bi boneya di serdema qeyûm de deyn nehatiye dayîn ceryana dînamoyên avê ya Êlihê birîbû. Birîna ceryanê ji duh ve bibû sedemê bêaviyê. Şaredariyê ji duh ve bi maşîneyên îtfaiyê avê li welatiyan belav kir.    Welatî û esanafan bertek nîşanî DEDAŞ’ê dan û xwestin qûtkirina avê bi dawî bibe.    DADGEHÊ BIRYAR SEKINAND    Rayedarên Şaredariya Êlihê bi DEDAŞ’ê re hevdîtin pêk anîn û pirsgirêka avê nehat çareserkirin. Li ser vê yekê bi hênceta “mafê xwegihandina avê ya welatiyan hatiye astengkirin” serî li 4’emîn Dadgeha Hiqûqa Asliye ya Êlihê da. Dadgehê birayrê nirxand û bi şertê ji sedî 10 deynê heye bê dayîn biryara “sekinandina birêvebirinê” da.    DÊ AV BÊ BERDAN    Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ji ajansa me re axivî û da zanîn ku DEDAŞ’ê serî li rêbazek dij hiqûqî daye û ev yek bi biryara dadgehê re derketiye holê. Demîr got piştî biryara dadgehê dê di demek kin de carek din av bê berdan.