Li Wanê Nobeta Demokrasiyê di roja 17’emîn de ye 2019-09-04 16:08:05 WAN - Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman di rojan 17’emîn de dewam dike. Perlementera Mûşê Şevîn Coşkun, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman ên li cihê endamên Meclîsa Şaredariya Artemêt da û got: “AKP’ê bi van dek û dolaban, piraniya meclîsê xesp kiriye.”   Nobeta Demokrasiyê ya li ber avahiya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 17’emîn de dewam kir. Nobeta Demokrasiyê bi bîranîna Parlementerê Partiya Demokratîk (DEP) Mehmet Sîncar ê berî 26 salan di 4’ê Îlona 1993’yan de hat kuştin, dest pê kir.     ‘QEYÛM DIJMINÊ ZIMANÊ ZIKMAKÎ, XWEZA Û JINAN E’   Parlementera Mûşê Şevîn Coşkûn, daxuyaniya çapemeniyê xwend û wiha got: “Pêkanînên qeyûm veguherîne qirkirina çandî, aborî û siyasî. Qeyûm dijmînê nirxên çanda gel, zimanê zikmakî, xweza, jinan û Kurdane. Hêza xwe ji Enqerê digirin. Çi dibe bila bibe ji bo ku ev welat tarî nebe, emê têkoşîna xwe berdewam bikin.”   Piştî daxuyaniyê, 2 saetan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û dûre gerse belav bû.